Moleta ku artêsa Iraqê ji bo derketina ji Singalê dabû YBSê bidawî bû
PeyamaKurd – Moleta ku hêza artêşa Iraqê ya ku bo Şingalê hatiye veguhestin, ji bo derketina hêzên girêdayî PKKê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) dabû îro 26ê Adarê bidawî bû.
Li gor xalên rêkeftina Şingalê ya navbera Hewlêr û Bexdayê, biryar bû rêveberiyeke hevbeş û 2500 polîs ji xelkê Şingalê ji bo deverê bêne damezrandin, lê ji ber ku rêkeftina heta niha li gorî daxwazê nehatiye bicihkirin ew pêk nehatiye.
Herwiha biryar bû li gorî rêkeftinê tenê polîsê navxwe û artêşa Iraqê li navenda bajarê Şingalê bimînin ku hê jî hêzên YBŞ yên bi ser PKKê de li Şingalê ne û li dijî rêkeftina Şingalê û biryara artêşa Iraqê radiwestin.Li gorî çavdêran piştî dawîbûna moletê, ji ber lihevkirinek li ser bicîhiştina wan pêk nehatiye, îhtimal heye şerek di navbera hêzên iraqî û hêzên bi ser PKKê de rû bide.
Hêjayî bibîrxistinê ye, hefteyên borî dema hatina nav Şingalê ya hêzên artêşa Iraqê, di navbera wan û hêzên YBŞê de alozî derketibûn û heta teqe jî hatibû kirin

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin