Artêsa Iraqê, hêzeke xwe li Çiyayê Singalê bi cih kir

04 May 2022 15:09 0 dîtin
Artêsa Iraqê, hêzeke xwe li Çiyayê Singalê bi cih kir

PeyamaKurd-Hêzeke Artêşa Iraqê îro gihîşt rojavayê Çiyayê Şingalê û xwe li wê derê bi cih kir. Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Neynewayê ragihand ku ew ji bo parastina welatiyên Şingalê, bi awayekî bi hêz û bi pîşeyane tevdigerin da ku yasa were cîbicîkirin.

Li ser bicihbûna Hêzên Iraqê yên li Çiyayê Şingalê, Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Neynewayê Lîwa Ebdulemîr Şemerî got: “Em wekî Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Rojavayê Neynewayê, bi awayekî pîşeyane tevdigerin, ji bo yasayê cibicî bikin û serî û malên welatiyan sivîl biparêzin. Em bi awayekî profesyonel bi rûdanên ewlekarî û aloziyên ku qewimîn re mijûl bûn, hemû rê hatin vekirin, tu mal û milkên sivîlan zirar nedîtin û tu ziyanên sivîl jî çênebûn.”

Şemerî tekez kir ku Hêzên Iraqî li deverê û li seranserê bajarokê Sinûnê, ewlehî û aramî vegerandine. Hat ragihandin ku armanc, avadaniya jîngeheke ewledar û vegerandina koçberên Şingalê ye.