Sûdanî, daxwaza baskirina rewsa Singalê ji artêsa Iraqê kir

26 October 2023 14:00 0 dîtin
Sûdanî, daxwaza baskirina rewsa Singalê ji artêsa Iraqê kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, duh bi Lijneya Wezareta Ewlehiya Niştimanî re civiya û di civînê de xwest ku rewşa Şingalê were başkirin da ku Şingalî vegerin warên xwe.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl, di derbarê civîna navborî de axivî û diyar kir ku Sûdanî ji bo ewlehiyên li deriyên sînorî werin zêdekirin ferman daye.

Resûl destnîşan kir ku ev ferman bi armanca rêlibergirtina qaçaxçîtiyê ye û da zanîn ku Mihemed Şiya Sûdanî, ji bo parastina ewlehiya Iraqê xwestiye tedbîrên ewlehiyê werin zêdekirin.

Hat diyarkirin ku Serokwezîrê Iraqê di civînê de bal kişandiye ser rewşa Şingalê jî û xwestiye ku xizmetguzariyên li Şingalê werin zêdekirin û xwestiye rewşa Şingalê were başkirin da ku penaberên Şingalî vegerin cih û warên xwe.