Serokwezîr Barzanî, rewsa Singalê nirxand û daxwaza cîbicîkirina rêkeftinê kir

11 May 2022 15:08 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, rewsa Singalê nirxand û daxwaza cîbicîkirina rêkeftinê kir

PeyamaKurd-Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi rêya daxuyaniya çapemeniyê ya ku îro dabû, rewşa Şingalê jî nirxand. Serokwezîr Barzanî got, “Hêzên ku xwe li ser Şingalê sepandine, navçe vala nekirine, berovajî vê yekê, ji Sûriyeyê hêzên zêdetir anîne Şingalê.”

Mesrûr Barzanî ragihand ku li Şingalê pirsgirêk heye û di demên borî de li wê navçeyê pevçûn derketiye. Barzanî da zanîn ku ji ber wan pevçûnan careke din bi hezaran kes ji xelkê Şingalê koçber bûne û berê xwe dane kampên Herêma Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser Rêkeftina Şingalê ya 9ê Cotmeha 2020an a di navbera Hewlêr û Bexdayê de axivî û û tekezî li ser cîbicîkirina wê rêkeftinê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên Şingalê kir. Barzanî got, “Pêwîst e rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin û divê Hikûmeta Iraqê, ji bo cîbicîkirina wê rêkeftinê tedbîrên pêwîst bigire.”