Serokwezîr Barzanî, rewsa enerjiyê nirxand
PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, di civîna ku îro ligel rayedarên elektrîkê kiribû de li ser enerjiyê û pêşvebirina projeyan rawestiya.
Di civîna Serokwezîr Barzanî ya ligel Şêwirmend û Rêveberên Giştî yên Wezareta Elektirîkê de; li ser kar, çalakî û planên wezaretê yên di çarçoveya bernameya Kabîneya Nehemîn de pêşkêşî hat kirin. Hat zanîn ku ji aliyê rayedaran ve spasî ji bo piştevaniya Serokwezîr Barzanî hatiye kirin da ku bi vê yekê xizmetguzariya baştirîn pêşkêşî welatiyan tê kirin.
Hat ragihandin ku Serokwezîr Barzanî, di civîna ku beşdar bûye de daye zanîn ku ew projeyên enerjiya alternatîf ên li Kurdistanê bilind dinirxîne û daxwaz dike ku zêdetir girîngî pê were dayîn.
Hat zanîn ku Wezîrê Elektrîkê jî di civînê de qala pêngavên çaksaziyê, bihêzkirina binesaziya enerjiya elektrîkê, nehiştina binpêkirinan, baştirkirina dahatan û pîverên zîrek kirine. Her wiha hat eşkerekirin ku Mesrur Barzanî destxweşî li karmendên Wezareta Elektirîkê kiriye ku di çarçoveya proseya çaksaziyê de di warê berhemanîn, veguheztin û dabeşkirina elektrîkê de pêşketinên baş bi dest xistine.
Li gorî hat ragihandin, Mesrur Barzanî şîret li rayedarên Wezareta Elektrîkê kiriye ku bi hemû hêza xwe hewil bidin ku plan û amadekariyên pêwîst ji bo dabînkirina enerjiya elektirîkê ya di pêşerojê de amade bikin û pêwîst e ku welatî jî di vî warî de hevkarî û alîkariya hikûmetê bikin.
Bi berdewamî hat eşkerekirin ku Serok Barzanî daye zanîn ku ji bo baştirkirina rewşa elektirîkê û pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetir, pêwîst e rê li ber zihakirina elektirîkê û têkdana enerjiya elektirîkê bê girtin û divê welatî bi riya kêmkirina bikaranîna zêde ya elektirîkê baldar bin.
Serokwezîr da zanîn ku Kabîneya Nehan bi tu awayî bac û risûmat li ser welatiyan zêde nekirine û erkê sereke yê vê kabîneyê ew e ku xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê bê cudahî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin