Nêçîrvan Barzanî û Mîr Tehsîn Beg rewsa Êzidiyan û rêkeftina Singalê gotûbêj kir

06 March 2023 18:27 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û Mîr Tehsîn Beg rewsa Êzidiyan û rêkeftina Singalê gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 6ê Adarê pêşwazî li Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg kir û di civînê de, girîngiya berdewamiya guhdana rewşa Êzidiyan û bicihkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê hat axaftin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de rewşa Êzîdiyên li kampên koçberan, li Şingal û derveyî welat hate gotûbêjkirin û tekezî li ser berdewamiya proseya rizgarkirina Êzîdiyên revandî, başkirina jiyana rigarkiriyan û çawaniya alîkariya wan hat kirin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya guhdana bi rewşa Êzidiyan û bicihkirina rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê kirin, ji bo ku xelkê herêmê vegerin cihên xwe û li ser asta Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê alîkarî bên kirin ji bo avakirina Şingalê û navçeyê bi giştî.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Nêçîrvan Barzanî berdewamiya piştevaniya Êzidiyan û parastina mafên wan li Iraq û Herêma Kurdistanê dubare kir. Herwiha tekez kir ku proseya rizgarkirina revandiyan û eşkerekirina çarenivîsa wan dê berdewam be û her çi pêwîst be ji bo rizgarkirin û alîkariya wan, dê xemsariyê nekin.

Mîrê Êzidiyan jî spasiya Nêçîrvan Barzanî kir ji bo piştevanî û alîkariyên wî yên berdewam, bi taybetî hewlên wî yên ji bo rizgarkirina revandiyên êzîdiyan û berevaniya li mafên wan.

Di civînê encamên serdan û hevdîtinên vê dawiyê yên Mîrê Êzidiyan ligel Papayê Vatîkanê û rayedarên welatên Ewropa, Iraq û herêmê jî hatin axaftin.