Serok Barzanî pêswaziya Mir Tehsîn Beg û serkirdeyên Êzidiyan kir

01 September 2024 20:55 0 dîtin
Serok Barzanî pêswaziya Mir Tehsîn Beg û serkirdeyên Êzidiyan kir

PeyamaKurd - Serok Barzanî îro li Pîrmamê, pêşwaziyê li Mîr û Civata Ruhanî ya Êzidiyan û hejmareke serkirdeyên civata Êzdî kir.

Hate ragihandin ku di civînê de Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg bi ser navê Êzidiyan spasiya Serok Barzanî kir û daxwaziyên Êzidiyan ji Serok Barzanî re vegot.

Şandeke Êzidiyan bi serperiştiya Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg û Civata Ruhanî ya Êzidiyan bi hejmareke Êzidiyan re  serdana Serok Barzanî kir.

Di civînê de Serok Barzanî gringiya çareserkirina pirsgirêkên civata Êzdî destnîşan kir û got, “Êzidî pêkhateyeke resen a Kurdistanê ne û em ê herdem piştevanên Êzidiyan û hemî pêkhateyên din bin.”

Serok Barzanî da zanîn ku di çarçoveya derfetên rêveberiya Herêma Kurdistanê de ew ê ji bo çareserkirina pirsgirêkên hemû pêkhateyên olî her di nav hewldanan de bin û got: “Kurdistan cih û welatê hemî pêkhateyên olî û neteweyî ye.”

Mîrê Êzidiyan Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg jî bi navê Êzidiyan spasiya Serok Barzanî kir û daxwaziyên Êzidiyan gihande Serok Barzanî.