Nêçîrvan Barzanî bi Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg re civiya

28 May 2024 18:52 0 dîtin
 Nêçîrvan Barzanî bi Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg re civiya

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 28ê Gulanê li Hewlêrê bi Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg re civiya.

Nêçîrvan Barzanî, di hevdîtinê de da zanîn ku dê piştgiriya wan a ji bo Mîr Hazim Tehsîn û Êzidiyan berdewam bike.

Di civînê de behsa rewşa Êzidiyan û mafên wan li Herêma Kurdistanê û Iraqê hate kirin.

Nêçîrvan Barzanî got ku ew dê di hemû waran de baştir xizmeta Êzidiyan bikin.

Di hevdîtinê de rewşa Şingalê û penaberên Êzidî û jiyana wan a di kampan de jî hate axaftin.