Nêçîrvan Barzanî, Cejina Cemayê ya Êzidiyan pîroz kir

06 October 2023 15:30 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî, Cejina Cemayê ya Êzidiyan pîroz kir

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya rastlêhatina Cejina Cemayê ya Kurdên Êzidî, peyameke pîrozbahiyê parve kir.

Nêçîrvan Barzanî, di peyama xwe ya li ser Cejina Cemayê de bal kişand ser piştevaniya Herêma Kurdistanê ya ji bo Kurdên Êzidî û got ku

“Em careke din xwişk û birayên xwe yên Êzidî piştrast dikin ku em ê wekî her demê piştevanê maf û daxwazên wan bin.

Her wiha dê hewilên me yên ji bo rizgarkirina Êzidiyên ku hatine revandin, her dem berdewam bin. Kurdistan dê ji bo hemû pêkhateyên xwe yên olî û neteweyî her dem wekî welatê bihevrejiyanê bimîne.”

Cejina Cemayê, îsal dê hefteyekê berdewam be û tê payîn ku bi deh hezaran kes beşdarî çalakiyên îsal bibin.