Nêçîrvan Barzanî, cejina Kurdên Êzidî pîroz kir
PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya Cejina Çilê Havînê ya Kurdên Êzidî, peyamek belav kir û bi vê peyamê cejina wan pîroz kir.
Nêçîrvan Barzanî, di peyama xwe de bal kişand ser êş û azarên ku xelkê Êzidî dîtine û wiha got,
“Ez Cejina Çilê Havînê li hemû xwişk û birayên me yên Êzidî yên li Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê pîroz dikim. Ji wan re cejineke aram dixwazim. Ez hêvîdar im ku cejineke xweş derbas bikin.
Cejina îsal, rastî serdema Komkujiya Êzidiyan hat. Bi vê helkeftê em hemû qurbaniyên Êzidiyan bi rêzdarî bi bîr tînin. Dilê me bi birayên me yên Êzidî û malbatên wan re ye ku hîn jî di bin bandora vê karesatê de ne. Bila hemû şad bin, em ê her tim piştevanên wan bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin