Nêçîrvan Barzanî pêswazî li Nûnerê nû yê UNAMIyê kir: Divê Kurdên Êzidî vegerin cihên xwe

15 October 2024 18:27 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî pêswazî li Nûnerê nû yê UNAMIyê kir: Divê Kurdên Êzidî vegerin cihên xwe

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 15ê Cotmehê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) Dr. Mihemed El Hesen ku nû dest bi kar kiriye, kir.

Nêçîrvan Barzanî di civînê de, pîrozbahî li Dr. Mihemed El Hesen kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Nêçîrvan Barzanî piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo erka UNAMIyê dubare kir û Dr. Mihemed El Hesen jî kêfxweşiya xwe ya bo serdana Herêma Kurdistanê anî ziman û spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî û Dr. Mihemed El Hesen, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa pêkhateyan û bi taybetî jî rewşa Kurdên Êzidî gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê, ji bo alîkariyên UNAMIyê yên li Komsîyona Serbixwe û Bilind a Hilbijartinan a Iraqê jî spasiya Dr.Mihemed El Hesen û li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tekez kir ku tekane rêya çareserkirina pirsgirêkan bicihanîna destûrê û parastina aramiyê ye.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser ku bi saya bicihanîna destûrê dê aramî vegere Iraqê û Kurdên Êzidî jî dê vegerin nava mal û milkên xwe.