Nêçîrvan Barzanî pêswaziya nûnerê Pûtîn û heyeta li gel wî kir
PeyamaKurd – Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nûnerê Vladîmîr Pûtinê Serokê Rûsyayê û Cîgirê Wezîrê Karûbarên Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov û heyeteke li gel wî kir.
Her du aliyan li ser bipêşxistina peywendiyên Rûsyayê yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, veberhênanên Rûsyayê yên li Herêma Kurdistanê, rewşa Sûriyeyê û pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.
Di civînê de behsa rola kompaniyên rûsî yên li Herêma Kurdistanê, yên bi taybetî li ser enerjiyê hat kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya Rûsyayê jî kir ku di demên dijwar de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye û her du alî li ser girîngiya parastina aramî û aştiya li Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hemfikir in.
Her wiha di hevdîtinê de behsa encamên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û hewlên pêkanîna hikûmeta bê ya Herêma Kurdistanê jî kirin.
Hat ragihandin ku di civînê de behsa mafê kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê û yên civakên din ên li Sûriyeyê jî hatiye kirin û pê re nîqaş li dor metirsiya hebûna DAIŞê ya li Kurdistan, Iraq û Sûriyeyê jî hatiye gerandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin