Nêçîrvan Barzanî, pêswaziya Nûnerê Amerîkayê yê Rojava kir

05 October 2022 15:32 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî, pêswaziya Nûnerê Amerîkayê yê Rojava kir

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Nûnerê Amerîkayê Rojavayê Kurdistanê qebûl kir. Di derbarê hevdîtinê de hat ragihandin ku li ser siyaseta giştî û herêmê her wiha li ser metirsiya terorê, nirxandin hatine kirin.

Li ser hevdîtina ku îro hat kirin, hat diyarkirin ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê jî amade bûye. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser pêşhatên Sûriye û Iraqê, pêwendiyên navbera aliyên Kurd û pêkhateyên li Sûriyeyê, gefa terorên IŞÎDê, rewşa kampan û bi taybetî jî rewşa Kampa Holê hatiye nirxandin.

Li ser hevdîtina ku hat kirin hat eşkerekirin ku aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya hevkariya hevbeş a ji bo rûbirûbûna terorê û metirsiyên IŞÎDê ku hîn jî li Sûriyeyê, Iraq û navçeyê metirsiyeke rasteqîn e, kirine.

Hat zanîn ku welatên Ewropayê û navçeyê, ji bo vegerandina welatiyên xwe yên ji Kampa Holê yên ji bo welatên xwe dê hevkar bin.

Her wiha hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî car din haniye zimên ku teror tenê bi hêza çekan ji nav nayê birin, divê ji bo pêşîlêgirtina terorê; bi reya perwerde, kûrkirina çanda lêborînê, hevqebûlkirin û pêkvejiyanê, rûbirûyî bîr û bîrdoziya tundî û tundûtûjiyê bibin.

Hat zanîn ku di dawiya hevdîtinê de li ser hewcedariya bi guftûgo û yekrêziya di navbera aliyên Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê de jî nirxandin hatine kirin.