Mîrê Êzidiyan Mesrûr û Nêçîrvan Barzanî pîroz kir û got...
PeyamaKurd - Mîrê Kurdên Êzidî yên li seranserê cîhanê Mîr Tehsîn Beg, ji ber berbijêrkirina seroktî û serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî kir.
Mîr Tehsîn Beg got, “Em bi geşbîniyeke mezin li rola we û serkirdatiya we dinêrin, ji bo ku di kabîneya nû de kursiyekî wezaretê bidin Kurdên Êzidî.”
Mîrê Kurdên Êzidiyên Kurdistan, Iraq û seranserê cîhanê Mîr Tehsîn Beg, di peyama xwe de wiha got:
“Bi vê helkeftê em germtirîn û ciwantirîn pîrozbahiyan li we dikin û di erk û rola we ya serkirdatiyê de ya ji bo bihêzkirina pêwendiyên bawerpêkirî û jihevtêgihîştina di navbera hemû pêkhateyên Kurdistanê de, bi rêya dayîna mafên wan bê cudahiya asayînî etnîkî, hêviya serkeftinê ji we re dixwazin, ew yek jî jibo bicihanîna prensîbên weke hevbeşiya rasteqîn, hevsengî û rêkeftinê, bi awayekî ku maf û xwestekên tevahiya pêkhateyên Kurdistanî were parastin.”
Mîrê Kurdên Êzidî hêviya rola çalak û nûwaze ji Mesrûr û Nêçîrvan Barzanî kir û wiha pê de çû: “Em bi geşbîniyeke mezin ve li rola we û serkirdatiya dinêrin, ji bo ku di kabîneya nû de kursiyekî wezaretê bidin Kurdên Êzidî, û herwiha giringî bidin awareyên Şingalê û giringî bidin beşdarîkirina di rizgarkirina wan Êzidiyên ku heta niha jî li cem rêxistina terorîstî ya DAIŞê mane û herwiha bo beşdarkirina di avadankirina navçeyên Êzidiyan de, bi armanca vegera awareyan bo navçeyên xwe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin