Mesûr Barzanî û Qasim Arecî rewsa Singalê û ewlehiya gistî gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11ê Tîrmehê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Iraqê Qasim Arecî kir.
Hate ragihandin ku di hevdîtina Serokwezîr Barzanî û Arecî de, danûstandin li ser guhertinên dawî û pêşveçûnên rewşa ewlehiyê ya Iraqê bi giştî hate kirin û girîngiya bicihanîna rêkeftina Şingalê û asayîkirina rewşa wê hate gotûbêjkirin.
Herwiha di civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser guhertinên dawî û pêşveçûnên rewşa ewlehiyê ya Iraqê bi giştî bihev guhertin û li ser pêşxistina alîkarî û hevahengiya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ji bo rûbirûbûna metirsî û gefên terorê û parastina ewlehî û seqamgiriya deverên sînorî nêrînên xwe anîn ziman.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin