Qasim Arecî serkeftina hilbijartinê li Mesrûr Barzanî pîroz kir

27 October 2024 13:38 0 dîtin
Qasim Arecî serkeftina hilbijartinê li Mesrûr Barzanî pîroz kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 27ê Cotmehê roja Yekşemê pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî kir ku îro danê sibehê gihîştibû Hewlêrê.

Arecî li Hewlêrê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di hevdîtinê de guhartinên dawî û pêşhatên rewşa ewlekariya Iraqê bi giştî hate gotûbêjkirin.

Şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê serkeftina proseya hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê, li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîroz kir.

Di dawiya hevdîtinê de, her du alî li ser girîngiya zêdetir pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, ji bo rûbirûbûna metirsiya terorê û parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî hevnêrîn bûn.