Artêsa Iraqê ji welatiyên Singalê re: Em ê we biparêzin
PeyamaKurd – Fermandarê Operasyonên Rojavayê Neynewa Cebar El Taî û Fermandarê Firqeya Bîst a Piyade Esîn Hemze Zubeydî, serdana kesayetên diyar ên Şingalê kirin û di serdana xwe de diyar kirin ku ew ê wan biparêzin.
Li gor Cebar El Taî da zanîn, armanca wan a sereke nehiştina diyardeya çekdarî û komên neyasayî ye û ew rê nadin rêxistinên ser bi PKKê li Şingalê hebin û desthilat di destê wan de be.
El Taî eşkere kir, fermana teqekirinê li cem artêşê heye û dikarin vê fermanê li hember komên ku seqamgîriya Şingalê têk didin, bi kar bînin.
Herwiha di berdewamiyê de destnîşan kir, tiştê li Şingalê rû dide, encama hebûna wan çekdaran e ku ji yasayan derçûne û rêya deverê girtine û tirs belav kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin