Sandeke pilebilind a artêsa Iraqê serdana Singalê kir

03 May 2022 12:57 0 dîtin
Sandeke pilebilind a artêsa Iraqê serdana Singalê kir

PeyamaKurd – Şandeke pilebilind a artêşa Iraqê, ji bo şopandina rewşa herî dawî, îro serdana Şingalê kir.

Hat zanîn, Serfermandarê Artêşa Iraqê General Ebdulemîr Reşîd Yarellah û Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Ebdulemîr Şemmerî, îro tevî şandekê serdana Şingalê kirin.

Herwiha zanyarî eşkere kirin ku Serfermandarê artêşa Iraqê ji bo şopandina rewşa herî dawî ya li Şingalê û agahdarbûna ji rewşa hêzên Iraqê serdana Şingalê kiriye.