Berdevkê artêsa Iraqê: Em nahêlin ti komeke çekdar li Singalê bimîne!

05 May 2022 19:45 0 dîtin
Berdevkê artêsa Iraqê: Em nahêlin ti komeke çekdar li Singalê bimîne!

PeyamaKurd – Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê, li ser aloziya li Şingalê di navbera hêzên Iraqê û çekdarên YBŞ yên girêdayî PKKê de pêk hatiye daxuyaniyek belav kir û ragihand, li herêma Şingalê hêzeke mezin a artêşa Iraqê hatiye bicihkirin û ew nahêlin ti komeke çekdar li wir bimîne.

Berdevê Fermandariya Hêzên Hevbeş Tehsîn Xefecî got, “Sedema hemû bûyerên li Şingalê rû dan ew kesên bêwijdan ên rê li berpirsên ewlekariyê girtin bûn.”

Xefecî pesnê hêza Fermandariya Operasyonên Mûsilê da ku ji bo dabînkirina ewlehiya Şingalê xebitiye û destnîşan kir, ew dê rê nedin ti hêz û komeke çekdar li Şingalê û derdora wê bimîne.