Artêsa Iraqê li ser êrîsa mosekî ya ser Pêsmerge daxuyanî da: Komeke neyasayî ye
PeyamaKurd - Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand ku hêzên artêşa Iraqê 6 dikên hesinî dîtin ku komeke deryasayî ji ser wê moşek avêtine Herêma Kurdistanê.
Di daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê de hatiye gotin, ew 6 dikên hesinî li nêzîkî çiyayê Ekaşe li bakurê Kerkûkê hatine dîtin û moşekên ji cureya “Girad” ji ser wan ve ber bi Herêma Kurdistanê ve hatine avêtin.
Şaneya Ragihandinê da zanîn, dezgehên ewlekariyê dest bi lêkolînê kirine, ji bo tawanbarên wê êrîşê bigirin û bidin dadgehê.
Şaneya Ragihandinê da zanîn, Odeya Operasyonên Hevbeş ya Kerkûkê di lêkolînên xwe de berdewam dibe û di demên pêş de zanyariyan didin.
Berpirsê Mihwerê Pirdê yê Pêşmerge Nûrî Heme beriya vê daxuyaniyê ragihandibû ku ew bi 10 moşekan hatine armanckirin û cihê ku jê moşek hatine avêtin, di bin kontrola hêzên Iraqî de ye ku kîlometreyekê dûrî wan e. Herwiha Fermandarê Pêşmerge daxwaza lêkolînê û dîtina berpirsên wê êrîşê li artêşa Iraqê kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin