Berdevkê Artêsa Iraqê, Amerîka bi êrîsa ser Hesda Seibî tawanbar kir: 'Ti cudahiya wê ji kiryarên terorîstî nîne'
PeyamaKurd - Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl, bi daxuyaniyekê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ku Amerîka pêşengtiya wê dibe bi êrîşa li ser baregeha Heşda Şeibî ya Bexdayê tawanbar kir.
Yehya Resûl, îro 4ê Çileyê li ser êrîşa 3 berpirsên Heşda Şeibî hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Binpêkirina eşkere ya serwerî û ewlekariya Iraqê ye û ti cudahiya wê ji kiryarên terorîstî nîne.”
Resûl got ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji vê êrîşê berpirsyar in ku ew hêza hatiye hedefgirtin di bin desthilatdariya fermandarê giştî yê Iraqê de kar dike.
Berdevkê Artêşa Iraqê diyar kir, “Ev êrîş berevajî hemû têgihîştinên di navbera hêzên çekdar ên Iraqî û hêzên Hevpeymanîya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de ye” û weke êrîşeke metirsîdar a li ser Iraqê pênase kir.
Hêjayî gotinê ye, heta niha Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê derbarê vê êrîşê de ti daxuyaniyeke fermî nedane û berpirsiyariya wê li xwe negirtine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin