Artêsa Amerîkayê li Iraqê 2 balafirên bêbalafirvan xistin xwarê!

18 October 2023 10:59 0 dîtin
Artêsa Amerîkayê li Iraqê 2 balafirên bêbalafirvan xistin xwarê!

PeyamaKurd – Ajansa Nûçeyan a Reutersê diyar kir, artêşa Amerîkayê îro danê sibê 2 balefirên bêmirov li Iraqê xistin xwarê.

Li gor daxuyaniya berpirsên Amerîkayê ku ji Reutersê re axivîn, hewl hat dayîn bi 2 balafirên bê balafirvan êrîşî hêzên Amerîkayê yên li Iraqê were kirin, lê firokeyên bê balafirvan li hewayê ji aliyê hêzên artêşa Amerîkayê ve hatine îmhakirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, hê ne diyar e kê hewldana êrîşê pêk aniye.

Piştî destpêkirina şer û pevçûnên di navbera Hemas û Îsraîlê de, kom û milîsên çekdar ên Îraqî gef li baregehên leşkerî yên Amerîkayê kirin ku eger destwerdana rasterast di şerê Îsraîlê de were kirin.

Êrîşa bi balefirên bêbalafirvan piştî wê yekê hat ku şeva borî welatiyên Bexdayê li dijî armanckirina Nexweşxaneya El-Ehlî Baptist (Nexweşxaneya El Ehlî Ereb) li Gazzeyê ji aliyê Îsraîlê ve daketin kolanan.