Wezîrê Berevaniya Iraqê: Desthilatdarê berê yê Amerîkayê artêsa Iraqê darve kir
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Iraqê Cuma Înad diyar kir, desthilatdarê berê yê Amerîkayê li Iraqê Paul Bremer artêşa Iraqê darve kiriye û şiyana hêzên Iraqê ji bo her bersivdanekê û her destdirêjiyeke derve heye.
Wezîrê Berevaniya Iraqê Cuma Înad di hevpeyvîneke televîzyonê de axivî û eşkere kir: “Artêşa Iraqê ji aliyê Amerîkayê ve hat darvekirin û hemû endamên wê artêşê bi çekên xwe ve çûne malên xwe û tişta niha pêk tê rêxistinkirina wê ye.”
Herwiha da zanîn: “Em dikarin li hember hêzên Tirkiyê rawestin, lê em li benda çareseriya siyasî û dîplomatîk in. ji ber şer tenê malwêraniye bo xelkê.’’
Înad destnîşan kir: “Rewşa sînorê navbera Tirkiyê û Iraqê gelek metirsîdar e û hêzên pasewanên sînor ê federal tên pirçekkirin ku hebûna PKKê ya li navçeyê ji holê rakin û piştre jî dawî bi hebûna Tirkiyê ya li ser axa Iraqê bînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin