Artêsa Amerîka: Balafirên Rûsyayê cara 3em e li Sûriyê balafirên Amerîkayê yên dronî aciz kirin
PeyamaKurd – Artêşa Amerîkayê ragihand ku balafirên Rûsyayê cara 3em e ku balafirên artêşa Amerîkayê yên bêajotvan aciz dikin. Fermandarê hêzên hewayî yê hêza 9em yê Amerîkayê ku ji Rojhilata Navîn berpirse korgeneral Alex Grynkewich bi nivîskî ragihand ku balafirên Rûsyayê di nava hefteya dawiyê de, 3em care ku li Sûriyê balafirên Amerîkayê yên MQ-9 aciz kirine. Grynkewich weha got:
“Balafira Rûsyayê, ji bo balafirên me yên MQ-9 ji rewşên ne bi ewle xwe biparêze û bûye sedema bertekê, kiryarên ku nakeve çarçoveya profesyoneliyê 18 caran di ber balafirên me de derbas bûye.”
Fermandariya hêzên hewayî yên Amerîkayê di 5 ê Temmûzê de dîmenan belav kiribû ku balafirên Rûsyayê, balafirên Amerîkayê yên bêajotvan bi awayekî talûke û ecemî li hemberê balafirên Amerîkayê tevgeriyabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin