Pentagon: Balafirên Çînê zêdetirî 180 caran balafirên ser ên Amerîkayê taciz kirin
PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku balafirên şer ên Çînê di nava 2 salên dawî de zêdetirî 180 caran li qada hewayî ya navneteweyî destwerdana balafirên şer ên Amerîkî kirin e.
Pentagonê wêne û vîdyoyên balafirên şer ên Çînê belav kir ku li esmanê navneteweyî balafirên şer ên Amerîkayê tacîz dikin.
Di dîmenan de kêliyên ku balafirên Amerîkî di du salên dawî de zêdetirî 180 caran ji aliyê balafirên Çînê ve hatin tacîzkirin hatin parvekirin.
Berpirsyarê Karûbarên Ewlekariya Hind-Pasîfîkê yê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Ely Ratner, derbarê dîmenên ku hatine weşandin de wiha got: "Dibe ku ev helwestên ji qestî yên bi nîyetek xerab tên kirin bibe sedema qeza û pevçûnan."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin