Pentagon: Balafirên Rûsya û Çînê yên ser yekem car bi hevkarî firiyan
PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihand ku li peravên Alaskayê di seha navdewletî de, do 4 balafirên Rûsya û Çînê yên şer bi hevre firiyane. Austin bi serokerkanê Amerîkayê bi orgeneral Charles Brown re li Pentagonê civîna çapemeniyê kirin û Austin got:
“Cara yekeme ku dibînim balafirên her dû welatan bi hevre difirin.”
Austin, ragihand ku ji aliyê NORADê (Fermandariya Bergiriya Hewayî ya Amerîka-Kanadayê) de mudaxeleya ku li peravên Alaskayê di seha hewayê ya navdewletî de bi 4 balafirên şer yên Rûsya û Çînê hat kirin, surprîz nîne û pêşdeçûnên li herêmê daîma dişopînin. Austin weha dewam kir:
“Ez ê li vê derê babetên îstîxbaratî munaqeşe nekim. Lê cara yekeme ku em dibînin her dewlet bi hevre difirin. Balafirên Rûsya û Çînê neketine seha hewayî ya Kanadayê, 300 km nêzî sînor bûne û di rewşekî weha de em amade ne ku mudaxele bikin. Ew, her wext me test dikin û ji bo me sûrprîz nîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin