Îran dikare ji Rûsya û Çînê balafirên ser bikire
PeyamaKurd- Pentagon raporekî gelek dirêj belav kir û tê de gelek mijar hene. Di nava mijaran de yek jê ew e ku di raporê de têgotin ku dema ambargoya sîlihan ya ser Îrane rabe, dikare ji Rûsya û Çînê balafirên şer bikire. Li gor ragihandina Pentagonê sala pêşiya me, li gor peymana Neteweyên Yekgirtî, ji ser Îranê ambargoya sîlih radibe û dibe ku Îran ji Rûsya û Çînê balafirên şer bikire.
Rapora îstîxbarata Pentagonê ya di derbarê Îranê de, li dor 120 rûpeliye. Hetta di raporê de dibêje ku Îran bo alavên leşkerî ji wan her dû dewletan bikire, dest bi hevdîtinan kiriye. Li gor raporê wê Îran bêhtir fuzeyên balîstîk biceribîne û dikare di welatên hevkar de baregehên mayîn de ava bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin