Borrell: Di firotina çekan ya ji bo Rûsya re nabe em Çînê bi Kore an Îranê re deynin heman mêzênê
PeyamaKurd – Nûnerê bilind yê karên derve yê Yekîtiya Ewrûpayê Josep Borrell li ser mijara têkiliyên Rûsya û Çînê axifî û got:
“Di mijara îxracata sîlihan ya ji bo Rûsya de, nabe ku em Çînê bi Kore ya Bakûr û Îranê re deynin heman mêzênê. Berjewendiyên YE yên aboriyê û stratejik bi welatên Hind-Pasifikê re ketine nav hev. Di destê me de ti delîl tine ku Çînê sîlih firotiye Rûsyayê.”
Borrell axaftina xwe di foruma li Singapurê ku yek ji yê herêma Asya-Pasifikiye, di ya bi navê ‘Shangri-La Diyalogue’ de kir. Borrel axaftina weha dewam kir:
“Pêwiste têkiliyên duqolî ji asta hevkariyê derbas bibin. Ekonomî û stratejî du aliyê madalyonê ne. Li Ewrûpa û Pasîfîka Hindê her diçe bêhtir bi hev ve tên girêdan. Ewlehiya we, perçeyekî ji ewlehiya me ye. Pasifika Hindê dilê dinyayê ye.
%40 bazirganiya YE yê ji ber di Derya Çînê ya Bakûr de derbas dibe, Derya Çînê û Buhira Taywanê divê aram be û ev ji bo YEyê gelek girînge.
Çînê soz daye ku ji bo Rûsyayê çekan amade neke. Raste di du salên dawiyê de îxracata Çînê ji bo Rûsyayê zêde bûye. Çîn dibêje ku ji bo amadekariya çekan mal nade Rûsyayê. Di destê me de delîl tinin. Hinek alav heme ku ji bo armancên cot an ku ji bo du armancan xizmetê dikin. Di navbera yên ji bo çekan û yên ne ji bo çekan, gelek zatmete mirov ji hev veqetîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin