Ukraynayê li nav erda Rûsyayê balafirgeha leskerî hedef girt: Depoyên çekan teqiyan

23 August 2024 19:21 0 dîtin
Ukraynayê li nav erda Rûsyayê balafirgeha leskerî hedef girt: Depoyên çekan teqiyan

PeyamaKurd - Servîsa Ewlekariya Ukraynayê ragihand ku wan ji dûr ve êrîş biriye ser Baregeha Hewayî ya Marinovka ya 70 kîlometre li rojavayê Volgogradê pêk anî.

Hatiye diyarkirin ku Ukraynayê derengiya şevê li balafirgeha leşkerî ya li bajarê Volgograd ê Rûsyayê xistiye û herwiha gundekî din ê herêma Kurskê xistiye kontrola xwe.

Waliyê Volgogradê Andrey Bokarov ragihand ku êrîş derdora saet 03.00’an pêk hatiye û depoya cebilxane ya li balafirgehê çend saetan teqiyaye.

Servîsa Ewlekariya Ukraynayê da zanîn ku wan ji dûr ve êrîş li ser Baregeha Hewayî ya Marinovka ya 70 kîlometre li rojavayê Volgogradê pêk anîye.

Hêjayî gotinê ye, Ukrayna bi operasyona derveyî sînor ya herêma Kurskê re heta niha niha bi hezaran kîlometra erda Rûsyayê kontrol kiriye ku Rûsyayê jî herî dawî ragihandiye ku wan hin deverên din li Donetsk a Ukraynayê xistine kontrola xwe.