Rûsyayê navenda biryara leskerî ya li Ukraynayê xist!
PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand, navenda biryara leşkerî ya li Ukraynayê hatiye xistin.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov li ser çalakiyên artêşa Rûsyayê yên li Ukraynayê daxuyanî da.
Konaşenkov diyar kir ku ew li Ukraynayê li dijî hin hedefan êrîşan pêk tînin û wiha got: “Îşev Hêzên Çekdar ên Rûsyayê bi mûşekên hewayî yên menzîl dirêj û teqez li navenda biryardayîna leşkerî ya li Ûkraynayê xistin. Êrîş gihişt armanca xwe."
Konaşenkov da zanîn ku artêşa Ukraynayê di nava rojê de li Zaporozhye û Donetskê hewldanên êrîşê yên bêencam pêk anîne, 462 balafir, 246 helîkopter, 6012 balafirên bê mirov, 433 sîstema moşekên parastina hewayî, 11 hezar û 476 tank û wesayîtên zirxî, 114 roketavêj. Her wiha diyar kir ku heta niha 6 hezar û 24 obus û hawan û 12 hezar û 408 wesayîtên leşkerî yên taybet hatine rûxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin