Rûsyayê mafê penaberiyê da Esed û malbata wî

09 December 2024 00:12 0 dîtin
Rûsyayê mafê penaberiyê da Esed û malbata wî

PeyamaKurd — Ajansa nûçeyan a Rûsî TASS diyar kir ku serokê hilweşiyayî yê rejîma Beasê ku li Sûriyê hilweşiya Beşar Esed û malbata wî hatin Moskowê û mafê penaberiyê wergirtin.

Di nûçeya TASSê de ku li ser çavkaniyeke nenas ji Kremlînê ye, hat ragihandin ku Rûsyayê mafê penaberiyê daye Esed.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku Esed û malbata wî hatine Moskowê û mafê penaberiyê ji ber sedemên mirovî hatiye dayîn.

Di nûçeyê de herwiha hate gotin ku rayedarên Rûsî têkildarî ewlekariya baregehên leşkerî û saziyên dîplomatîk ên Rûsyayê li Sûriyeyê bi nûnerên opozîsyona Sûriyeyê re di nava têkiliyê de ne.