Besar Esed: Mafê ewilî yê sîrketên Rûsyayê ye

17 January 2019 21:32 0 dîtin
Besar Esed: Mafê ewilî yê sîrketên Rûsyayê ye

PeyamaKurd- Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihandiye ku di avakirina Sûriyê de mafê ewilî yê şîrketên Rûsyayê ye. Serokê grûba dostaniya Rûsya-Sûriyê ya navbera parlementoyan Dmitriy Sablin got ku Esed li pişt vê biryara xwe ye û jê venagere.

Serokê grûbê Sablin bo rojnamevanan weha ragihand:

“Serokê dewletê Esed dubare kir ku di avakirina Sûriyê de mafê ewilî yê şîrketên Rûsyayê ye.”

Armanca Rûsyayê ew e ku şîrketên bi navê Rûs û şîrketên başûrê Osetyayê bixe bazara Sûriyê. Ev bo Rûsya û Sûriyê girîng e. Heyeteka ji siyasetmedarên Rûs bo karsaziyê, roja duşemê seredana Sûriyê kiribûn.