Amerîka: Divê danûsitendina balafirên bê mirov ya navbera Îran û Rûsya bê vekolîn

06 July 2023 21:22 0 dîtin
Amerîka: Divê danûsitendina balafirên bê mirov ya navbera Îran û Rûsya bê vekolîn

PeyamaKurd – Nûnera Amerîkayê ya li Neteweyên Yekgirtî Linda Thomas-Greenfield got ku çekên Rûsya li hemberê Ûkraynayê bikartîne divê bên lêpirsîn ku ew jî danûsitendina balafirên bê mirov yên navbera Îran û Rûsyayê de ne. Thomas-Greenfield her weha ragihand ku dema Îran balafirên bê ajotvan pêş bixe, ji bo temamê dinyayê tehdîdekî kureyî ye. Thomas-Greenfield ragihandina xwe bi nivîskî kir û got ku ew bazarkirina navbera her dû dewletan îhlala biryara Konseya Ewlehiyê ya NY ya jimare 2231ê ye. Li gor biyarê; wezîfa NY ye ku bazara navbera her dû dewletan vekole.

Thomas-Greenfield got; Amerîka bi sekreterya NY re delîlan parvekiriye ku Rûsya bi Îranê re ji bo amadekirina dronan dixebite û got:

“Sekreterya NY delîlên ji Ûkraynayê û ciyên din qebûl nekir. Kes nikare vê kiryara NY rave bike. Divê NY ji bo delîlên ku Rûsya li hemberê Ûkraynayê balafiran bikartîne, tîmekî amade bike û bişîne Ûkraynayê.”