Balafirên bêmirov ên Amerîkayê milîsên Sûriyê kirin armanc
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku DYAyê li bejahiya bakurê Sûriyeyê êrîşeke hewayî pêk anî.
Balafirên bêmirov ên çekdar ên DYAyê li bakurê Sûriyeyê êrîşek pêk anîn.
Hat ragihandin ku êrîş li gundê Duwayr Ekrad ku dikeve navbera herêmên gundewarê Hemayê, Îdlib û Lazkiyeyê pêk hatiye.
Herêm bi qasî 2 kîlometran dûrî xeta Kibeyne ye, ku xala pêşî ya komên milîs e li dijî hêzên rejîma Esed û Rûsya yên ku Îran piştgirîya wan dike.
Balafirên bêmirov ên Amerîkî ev çend hefte bûn ku li herêmê firînên çavdêriyê dikirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî di êrîşê de Ebû Eyûb El Şamî, Ebû Hemze El Şamî û Ebû Abdurrahman Useyd El Urdunî hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin