Amerîka li Yemenê 12 balafirên bêmirov yên Hûsiyan îmha kir

03 February 2024 22:08 0 dîtin
Amerîka li Yemenê 12 balafirên bêmirov yên Hûsiyan îmha kir

PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku li Kendava Adenê li Yemenê sê operasyon kirine ser Hûsiyan û di encamê de 12 balafirên wan yên bi çek îmha kirine.

Hûsiyên bi desteka Îranê heya niha êrîşên xwe yên ser Îsraîlê, yên ser keştiyên bazirganî û ser hêzên Amerîkayê li Derya Sor û Kendava Adenê dewam dikin. Li gor ragihandina CENTCOMê:

-Keştiya şer ya bi navê USS Carney (DDG 64) do seet di 10.30an de li Adenê balafirekî (IHA) Hûsiyan xistiye,

-Di heman rojê de seet di 16.40an de 4 IHAyên ku amadebûn da wan bavêjin, her 4 IHAyan li Yemenê îmha kirin.

-Seet di 21.20an de jetên ji keştiyên USS Laboon û Dwight D. Eisenhower yên şer bi hewa ketin û li ser Derya Sor 7 SIHA yan îmha kirin.