Balafirên ser ên Amerîkayê li xalên Hûsiyan xistin

10 November 2024 17:30 0 dîtin
Balafirên ser ên Amerîkayê li xalên Hûsiyan xistin

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku gelek xalên girêdayî Hûsiyan ên li Yemenê ji aliyê balafirên şer ve hatine bombebarankirin.

Li gorî agahiyên ku rayedarên Pentagonê dane AFPê, balafirên şer ên artêşa DYAyê şeva din li Yemenê gelek xalên Hûsiyan kirine hedef.

Rayedarê Pentagonê diyar kir ku "depoyên çekên pêşketî yên Hûsiyan ku di êrîşên li dijî keştiyên leşkerî û bazirganî yên li Deryaya Sor û Kendava Adenê de dihatin bikaranîn, hatin derbkirin."