Amerîkayê li xalên Hûsiyan xist!

28 March 2024 12:04 0 dîtin
Amerîkayê li xalên Hûsiyan xist!

PeyamaKurd – Dewletên Yekbûyî ragihand ku çar pergalên balafirên bêmirov ên menzîl dirêj li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de li Yemenê ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin, wêran kirine.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku duh 4 pergalên pêgerên hewayî yên menzîla dirêj keştiyeke şer a DYAyê kirine hedef, ji ber vê yekê "êrîşa parastinê" hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de pergalên pêgerên hewayî yên bêmirov hatine derbkirin û ev çalakî ji bo parastina azadiya seyrûseferê hatine kirin.

Hûsiyên li Yemenê ji aliyê Îranê ve tên destekkirin weke berteka li hember êrişên Îsraîlê li ser Xezzeyê, ji 31ê Cotmeha 2023an ve dest bi ser keştiyên bazirganî yên li peravên Yemenê de ku ew dibêjin girêdayî kompaniyên Îsraîlê ne û bi balafirên bê balafirvan û moşekan êrişî hinek ji wan dike.