Hûsiyan: Me li kestiya balafiran a Amerîkayê xist!

07 January 2025 09:39 0 dîtin
Hûsiyan: Me li kestiya balafiran a Amerîkayê xist!

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê îdia kirin ku li bakurê Deryaya Sor dema ku amadekariyên êrîşa li ser Yemenê dihatin kirin, li dijî keştiya balafiran a USS Harry Truman a Hêza Deryayî ya Amerîkayê êrîşeke hewayî ya dijwar pêk anîn.

Li gorî daxuyaniya Hûsiyan a ji televîzyona El-Mesîra re hat dayîn, dema ku li bakurê Deryaya Sor amadekariya êrîşa li dijî Yemenê dihat kirin, bi 2 moşekên krûze û 4 balafirên bêmirov (ÎHA) êrîşî keştiya hewayî ya USS Harry Truman a Hêza Deryayî ya Amerîkayê kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Me li bakurê Deryaya Sor li dijî keştiya balafiran a Amerîkayê USS Harry Truman operasyoneke leşkerî ya bi kalîte pêk anî." Hat destnîşankirin ku operasyon bi 2 moşekên krûze û 4 balafirên bêmirov di dema ku hêzên Amerîkayê amadekariya êrîşa hewayî ya mezin li Yemenê dikirin hat kirin.

Operasyona me bû sedema têkçûna êrîşa Amerîkayê.