Hûsiyan êrîsî kestiya balafirhilgir a Amerîkayê kir

17 March 2025 14:33 0 dîtin
Hûsiyan êrîsî kestiya balafirhilgir a Amerîkayê kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hûsiyên Yemenê di nav 24 demjimêran de cara duyem êrîşî keştiya balafirhelgir a Amerîkî USS Harry S. Truman li Deryaya Sor kirin. 

Berdevkê Hûsiyan Yehya Serîh got, êrîş bi moşek û dronan hatiye kirin û ew ê êrîşên xwe yên li dijî Amerîkayê berdewam bikin heta ku destdirêjiyên li Yemenê rawestin. 

Wan herwiha keştiyên Îsraîlî yê li herêmê qedexe kirin heta ku dorpêça Xezzeyê bê rakirin. 

Amerîkayê jî bi fermana Serok Donald Trump û Wezîrê Berevaniyê Pete Hegseth, êrîşên xwe yên li dijî Hûsiyan zêde kiriye û wan bi terorîzmê tawanbar dike.