Hûsiyan li Kendava Adenê êrîsî kestiya Amerîkayê kirin
PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê yên bi desteka Îranê ragihandin ku li Kendava Adenê bi fuzeyan êrîşê ser keştiyekî Amerîkayê kirine û di encamê de 2 deryavan katine kuştin. Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Seri li ser êrîşê di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand:
“Me li Kendava Adenê, li keştiya Amerîkayê ya bi navê TRUE CONFIDENCEê bi fuzeyên deryayî lê xist û di encamê de agir bi keştiyê ket. Her çendîn me hişyariya karkerên di keştiyê de kir jî wan hişyariya me red kirin û me lê da.
Hêzên me wezîfa xwe ya desteka ji bo Fîlîstînê ya mirovî, dînî û exlaqî bicîh tînin. Heya îşxala Fîlîstînê biqede wê êrîşên me li Derya Sor û Kendava Adenê dewam bikin.”
Balyozxana Brîtanyayê ya Sanayê di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku di êrîşa Hûsiyan de 2 deryavan mirine û Hûsî bi fuzeyan li deryavaniya navdewletî dixin û divê êrîş rawestin.
Nasnama deryavanên ku hatine kuştin di derbarê nasnama wan de ti agahî nehat dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin