Li Kendava Adenê bi fuzeyan li kestiya Yûnanistanê xistin

07 March 2024 00:06 0 dîtin
Li Kendava Adenê bi fuzeyan li kestiya Yûnanistanê xistin

PeyamaKurd – Li Kendava Adenê vê carê li keştiya bazirganî ya Yûnansitanê ya bi navê True Confidenceê xistin. Keştiya ku bi roketan lê xistin tê gotin ku di encamê de tê de kuştî û birîndar hene.

Êrîşên ser keştiyên bazirganî yên li Derya Sor û Kendava Adenê dewam dikin. Keştiya Yûnanistanê 50 mîl li rojavayê başûrê bajarê Adenê bûye. Di keştiyê de xesar çêbûye û hem agir pê ketiye.

Hat ragihandin ku di keştiyê de 20 muretebat û 3 çekdarên parastinê hebûne. Kesekî ku nexwestiye navê wî bê gotin ragihandiye ku di encamê de 3 kes wendane û 4 kes jî giran birîndarin.

Heya nihakes êrîşê negirtiye aliyê xwe û UKMTOya Brîtanyayê bûyerê piştrast kiriye.