Leskerên Tirkiyê wê salekî din jî li Kendava Adenê wezîfa xwe dewam bike

17 January 2024 22:45 0 dîtin
Leskerên Tirkiyê wê salekî din jî li Kendava Adenê wezîfa xwe dewam bike

PeyamaKurd – Daxwaznama serokkomariya Tirkiyê ya di derbarê dirêjkirina wezîfa leşkerên Tirkiyê ya li Kendava Adenê şandin meclisa Tirkiyê. Daxwaznama ku di meclisê de xistin ber dengdanê, di meclisa Tirkiyê de hat qebûlkirin.

Li gor daxwaznama ku di meclisê de hat qebûlkirin, wê ji artêşa Tirkiyê, beşa hêzên deryayê karibin di derveyê sînorê Tirkiyê de li ciyên weka Kendava Adenê, Somaliyê, Derya Ereb û ciyên cîranên wan, di mijarên têkoşîna li dijî eşqiyatiya di deryayê de, şêlandin û di deryayê de bi terorê re têbikoşin.

Qanûn, ji roja 10ê Sibata 2024an û pê de heya salekî dinê dê dewam bike.