Wê leskerên Tirkiyê salekî din jî li welatên Malî û Komara Afrîka Navîn bimînin

26 October 2022 23:33 0 dîtin
Wê leskerên Tirkiyê salekî din jî li welatên Malî û Komara Afrîka Navîn bimînin

PeyamaKurd – Meclisa Tirkiyê, tezkera serokkomariya Tirkiyê ya di derbarê dirêjkirina wexta mayîna leşkerên Tirkiyê li welatên Malî û Komara Afrîka Navîn qebûl kir. Wê leşkerên Tirkiyê salekî din jî li her dû welatan bimînin. Wezîfa leşkerên Tirkiyê li her dû welatan di çarçoveya biryara konseya ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî de, ji bo misyona entegrasyona piraliye (MINUSMA). Di tezkera serokkomariyê de weha hat gotin:

“Li Afrîkayê, ji bo ew tehdîda ku di herêmê de ji bo îstîqrar û aştiyê heye, ji bo destekê bidin çareseriya wan, ji bo me di mayîna li her dû welatan de pêdivî heye û ev weka siyaseta me ya ku em li herêmê dişopînin pêwiste.”