Leskerên Tirkiyê wê salekî din jî li Azerbeycanê bimîne

01 November 2022 22:59 0 dîtin
Leskerên Tirkiyê wê salekî din jî li Azerbeycanê bimîne

PeyamaKurd – Meclisa Tirkiyê biryarê da ku leşkerên Tirkiyê salekî dinê jî li Azerbeycanê bimîne. Mayîna leşkleran ji 17 ê mijdarê û pê de wê heya salekî be. Biryar li ser daxwaqza serokkomariya Tirkiyê ji meclis aTirkiyê hat xwestin û meclis adi dengdanê de salekî wextê mayîna artêşa Tirkiyê dirêj kir.

Biryar li ser peymana navbera Tirkiyê û Azerbeycanê ku berê hatibû îmzekirin û li ser bingeha hevkariya stratejik hat dayîn. Di biryarê de behsa çavdêriya agirbesê, avakirina aştî û îstîqrara li herêmê û parastina berjewendiyên Tirkiyê hat kirin. Xeta petrolê ya ku ji Bakuyê diçe heya Ceyhana Tirkiyê di heman herêmê de derbas dibe.

Di civîna sêqolî ya di 9ê mijdara 2020an de k udi navbera Rûsya, Azerbeycan û Ermenistanê de hatibû îmzekirin, xebatên belavoka encama civîna sêqolî li herêmê dewam dike.