Wextê wezîfa leskerên Tirkiyê yên Adenê tê dirêjkirin

04 February 2019 21:50 0 dîtin
Wextê wezîfa leskerên Tirkiyê yên Adenê tê dirêjkirin

PeyamaKurd- Tezkera dirêjkirina wextê leşkerên Tirkiyê ya bo Kendava Adenê, Behra Somaliyê, Derya Ereb û herêmên mucawir an ku yên cîran ku dê bên xistin nava sînor, bo salekî dinê bê dirêjkirin hukumeta Tirkiyê tejlîfê da meclisa Ankarayê.

Teklîfa ku hat pêşkêşkirin bo meclisa Tirkiyê wê di 10 ê sibatê de wexta wê bê dirêjkirin û heya salekî dewam bike.

Di daxwaznamê de hat gotin bo parastin û ewlehiya keştiyên ku ala Tirkiyê hildigrin û keştiyên bazirganî yên Tirkiyê, bo têkoşîna navdewletî ya li dijî eşqiyayên deryayî, têkoşîna li dijî korsanên çekdar yên deryayî û terorîzmê bi hevkarî di nava sîstema Neteweyên Hevgirtî de, di çapa herêmî de bo pêkanîna rola herêmî divê tezkere bo salekî bê dirêjkirin.