Kestiya ser a Amerîkayê Dwight D. Eisenhower Kendava Hurmuzê derbas kir

30 November 2023 20:05 0 dîtin
Kestiya ser a Amerîkayê Dwight D. Eisenhower Kendava Hurmuzê derbas kir

PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku keştiya balafiran a Amerîkayê Kendava Hurmuzê derbas kir.

Centcomê li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyanîyekê ragihand: “Koma Hicûmê ya Keştiya Balafiran a Dwight D. Eisenhower (IKECSG) li gorî plansaziyê di 26ê Mijdarê de derbasbûna xwe ya ji Kengava Hurmuzê ya li Kendava Basrayê temam kir.”

Li vê herêmê ji bilî IKE du keştiyên balafiran ên Amerîkayê hene, keştiya şer a herî mezin a cîhanê USS Gerald Ford ku ji meha Cotmehê ve li Behra Spî ye û USS Dwight D. Eise-nhower ji serê meha Mijdarê ve li Deryaya Sor bi cih bûye.

Hêjayî gotinê ye, piştî şerê Xezze yê Îsraîl û Hemasê keştiyên piştgiriyê ku bi dehan balafir û keştiyeke binê avê jî li xwe digre, li herêmê hatine bicihkirin.

Amerîkayê ji bo pêşiya mîlîsên Îranê yên hewl didin şer berfireh bikin bigire, keştiyên şer şandine.