Kestiya Firokehilgir a Amerîkayê derbasî kendava Erebî bû

27 November 2023 14:52 0 dîtin
Kestiya Firokehilgir a Amerîkayê derbasî kendava Erebî bû

PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê îro 27ê Mijdarê li platforma “X” belav kir, keştiya firokehilgir a Eisenhower (IKECSG) roja 26ê Mijdarê ji Tengava Hurmuzê derbasî Kendava Erebî bû.

Hat ragihandin ku: “Keştiya Eisenhower dê li Kendavê bigere, ji bo azadiya geştkirinê di rêyên avê yên navneteweyî re misoger bike û piştgiriyê bide karên Fermandariya Navendî ya Amerîkî li seranserê herêmê.”

Bal hat kişandin ku keştiya “Kruiser-moşekên rêberî CG 58 (USS Philippine), wêrankerên mûşekên rêberî (USS Gravely (DDG 107) û USS Stethem DDG63, û fregata Fransî Languedoc (D 653) ligel keştiya firokehilgir bûn.

Ev pêngava Eisenhower piştî wê yekê hat ku keştiya Parka Central a malbata Ofer (Îsraîlî), li nêzîkî peravên Adenê yê ji aliyê Yemenê ve rastî êrişê hatibû.

Di 5ê Mijdarê de, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê gihîştina Eisenhower bo Rojhilata Navîn wekî beşek ji bihêzkirina pozîsyona herêmî ragihandibû.

Li gor daxuyaniya Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin di meha borî de, şandina keştiya firokehilgir di çarçoveya “zêdebûna kiryarên dijminane yên li dijî Îsraîlê yan her hewleke berfirehkirina şer piştî êrîşa Hemasê li ser Îsraîlê de” tê.