2 kestiyên ser ên Amerîkayê derbasî Kendava Taywanê bûn
PeyamaKurd – Piştî serdana destpêka meha Tebaxê ya Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî ku bûbî sedema krîzeke mezin di navbera Çîn-Taywan û Amerîkayê de, cara yekem keştiyên şer ên deryavaniya Amerîkayê derbasî Kendava Taywanê bûn.
Fîloya 7. a Hêzên Deryavaniya Amerîka ya li Pasîfîkê du keştiyên şer ên bi navên; USS Antietam û USS Chancellorsville di nav Kendava Taywanê de derbas kirine ku Ç3in wekî sînorê xwe dibîne.
Hatiye diyarkirin ku keştiyên şer bi awayekî rûtîn derbasî Kendava Taywanê bûne û korîdora ku sînorên deryayî yên welatên cîran tê de nîne bikar anîne.
Hêjayî bibîrxistinê e, Çînê jî piştî serdana Pelosî ku wekî binpêkirina serweriya xwe dibîne tetbîqatên leşkerî li dorûbera Taywanê dabûn destpêkirin û rewş gihîştibû asta şer ku hîn jî dorpêça leşkerî ya Çînê li ser Taywanê dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin