Li Kendava Taywanê metirsiya ser: 17 balafir û 6 kestiyên ser ên Çînê xuya bûn!

21 August 2022 16:38 0 dîtin
Li Kendava Taywanê metirsiya ser: 17 balafir û 6 kestiyên ser ên Çînê xuya bûn!

PeyamaKurd – Piştî serdana 3yê Tebaxê ya Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî bo Taywanê, Çîn hê jî gefên li ser Taywanê bi awayê leşkerî zêde dike û ji bilî tetbîqatan hêzên mezin li dorûbera Kendava Taywanê bicih dike.

Wezareta Berevaniya Taywanê herî dawî ragihand ku doh 20ê Tebaxê li dorûbera Kendava Taywanê 17 balafirên şer û 6 keştiyên şer ên Çînê hatine dîtin.

Çîn welatê Taywanê wekî parçeyekî xwe dibîne û serxwebûna wê nas nake, lê Amerîka jî xwedî pêwendiyên bihêz e ligel Taywanê ku Çîn vê yekê wekî binpêkirina serweriya xwe dibîne.

Nancy Pelosî 3yê Tebaxê di çarçoveya serdana xwe ya welatên Asyayê de, çûbû Taywanê û ev jî rastî nerazîbûn û bertekên tund ên Çînê hatibû ku artêşên Çîn û Taywanê jî ketibûn rewşa amadebaşiyê. Pelosî piştî 25 salan yekemîn siyasetmedara asta bilind a Amerîkî ye ku serdana Taywanê kiribû.