Taywan: Li dora girava Taywanê 24 balafir û 5 kestiyên Çînê hatin dîtin
PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Taywanê ragihand ku di nav rojê de li dora Girava Taywanê 24 balafir û 5 keştiyên şer yên Çînê hatine dîtin. Her 24 balafir û 5 keştî bi alavên elektronîk yên şopandinê, bi keştî û sîstemên erdê yên fuzeyan hatine taqîbkirin.
Piştî seredana seroka meclisa nûneran ya Amerîkayê ya ji bo Taywanê, Çînê li dora Girava Taywanê balafirên xwe difirîne û keştiyên xwe li dora Taywanê di nav avê de digerîne. Carna xeta sînor ya hewayî û deryayî ya navbera Taywan û Çînê jî derbas dikin.
Dewleta Çînê berê jî gotibû Eger Nancy Pelosi seredana Taywanê bike, wê artêşa Çînê li ciyê xwe nerûnê. Çîn, Taywanê perçeyekî ji welatê xwe dizane, naxwaze Taywan têkiliyên serbixwe yên dîplomatîk deyne û di derveyê îzna Çînê de kes seredana Taywanê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin